tg-me.com/avatodaykurdi/51491
Last Update:
🔺لە دیاربەکری باکوری کوردستان ژنێکی ٧٢ ساڵ بە تۆمەتی ئەندامیەتی پەکەکە بە ٧ ساڵ و ٦ مانگ زیندانی سزا درا
Li Diyarbekirê jineke 72 salî, bi tohmeta endamtiya PKKyê bi 7 sal û 6 mehan hate cezakirin
Dadgeha Diyarbekirê, 7 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê da Dayika Aşitiyê Makbûle Ozebekê.
Dayika Aşitiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, di çarçoveya lêpirsîneke li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de sala borî hatibû zindanîkirin. Li Girtîxaneyê calta li dilê wê dabû û ji ber vê yekê hatibû azadkirin.
Lê doza wê li Dadgeha Diyarbekirê berdewam bû û di dadgehkirina îro de bi tohmeta endamtiya PKKyê 7 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê li wê hate birîn.
Makbule Ozbek di heman demê yek ji Dayikên Aştiyiyê ye.( Dayikên Aşitiyê, ew kes in ku zarokên wan şehîdên PKKyê ne)
@avatodaykurdi
BY AVA TODAY
Share with your friend now:
tg-me.com/avatodaykurdi/51491