Telegram Group Search
39
🔹Qenco
Heke rayedar bergiriyan negirin, dê koka dar û daristanan biqele û dê cih bibin çolistan.
🔹Azad
Heke mirov xwezayê neparêzin, dê dinya bi xetereyên mezin re rû bi rû bimîne.
Heke germbûna gerdûnî bidome, dê qeşaya li cemseran bihele û di demeke kin de dinya di bin avê de bimîne.
🔹Hêlîn
Heke qeyrana aborî bidome, dê gelek kes bêkar bimînin û hejmara xizanan zêdetir bibe.
🔹Serhat
Heke serjimara bajaran pir zêde bibe, dê gelek pirsgirêkên civakî û aborî derkevin holê.

🔹قَنجو
اگر مسئولین جلوگیری نکنند، ریشه درخت و جنگلها از بین خواهد رفت و همه جا بیابان خواهد شد.

🔹آزاد
اگر انسانها از طبیعت محافظت نکنند دنیا با خطرات بزرگی رو به رو خواهد شد. اگر گرم شدن دنیا ادامه پیدا کند، یخهای قطب آب خواهند شد و در زمان کوتاهی دنیا زیر آب خواهد ماند.

🔹هِلین
اگر بحران اقتصادی ادامه یابد افراد زیادی بیکار خواهند شد و تعداد افراد فقیر بیشتر خواهد شد.

🔹سَرهات
اگر جمعیت شهرها بسیار زیاد شوند، مشکلات اجتماعی و اقتصادی بسیاری به وجود خواهند آمد.

3- Hevokan temam bikin.
جملات را کامل کنید.

1. Heke mirov xwezayê neparêzin, dê dinya bi xetereyên mezin re rû bi rû bimîne.
2. Heke qeşaya li cemsaran bihele, dê di demeke kin de dinya di bin avê de bimîne.
3. Heke gelek kes bêkar bimînin, dê hejmara xizanan zêdetir bibe.
4. Heke koka dar û daristanan biqele, dê gelek cih bibin çolistan.

۱. اگر انسانها از طبیعت محافظت نکنند، دنیا با خطرات بزرگی مواجه خواهد شد.
۲. اگر یخ های قطب آب شوند، در زمان کوتاهی جهان زیر آب خواهد رفت.
۳. اگر افراد زیادی بیکار بمانند، آمار فقرا افزایش خواهد یافت.
۴.اگر ریشه درخت و جنگلها نابود شود، جاهای بسیاری به صحرا تبدیل خواهد شد.

Heke / Ku

Heke tu alîkarîya min bikî, (raweya merc û daxwaziyê), ez ê karê xwe zû biqedînim. (dema ).
Heke tu werî em ê kêfxweş bibin.
Heke baran nebare, em ê biçin seyranê.
Ku ew rastiyê nebêje, ez ê pir biqehirim.
Ku tu kedê bidî, tu yê bi ser bikevî.

- اگر تو به من کمک کنی، کارم را زود تمام خواهم کرد.
- اگر تو بیایی ما خوشحال خواهیم شد.
- اگر باران نبارد، ما به گردش خواهیم رفت.
- اگر او حقیقت را نگوید، من بسیار ناراحت خواهم شد.
- اگر زحمت بکشی، موفق خواهی شد.

Rûpela 38 📙

@HINKER
Hîndarî
تمرین
1- Der barê pêşerojê de pênc pêşbîniyan binivîsin.
درباره آینده پنج پیشبینی بنویسید.

1. Ez bawer dikim ku bi çandina dar û giyayan hewa dê paqijtir bibe û nexweşî dê kêmtir bibin.
2. Li gorî dîtina min dê gelek kes bêkar bimînin û dê roj bi roj hejmara xizanan zêdetir bibe.
3. Dibe ku qeşaya li cemsaran bihele û di demeke kin de dinya di bin avê de bimîne.
4. Heke em xwezayê neparêzin, em dê bi xetereyên mezin re rû bi rû bimînin.

۱. من معتقدم که با کاشتن درخت و گیاهان هوا پاکیزه تر خواهد شد و بیماری ها کمتر خواهند شد.
۲. به نظر من افراد زیادی بیکار میشوند و روز به روز آمار فقرا افزایش می‌یابد.
۳. احتمال دارد یخهای قطب آب شوند و در زمان کوتاهی جهان زیر آب بماند.
۴. اگر ما از طبیعت محافظت نکنیم، با خطرات بزرگی مواجه خواهیم شد.

2- Hevokên li jêr temam bikin.
جملات زیر را کامل کنید.

1. Li esmanan ewrên reş kom dibin, dibe ku baran bibare.
2. Heke tu kulîlkan av nedî, dê kulîlk biçilmisin.
3. Heke tu nexebitî, tu nikarî bi ser bikevî.
4. Qeyrana aborî heye, dibe ku gelek kes bêkar bimînin.
5. Heke civîn zû biqede, ez ê bi hevalên xwe re biçim sînemayê.

۱. ابرهای سیاه در آسمان جمع میشوند، امکان دارد باران ببارد.
۲. اگر تو شکوفه ها را آب ندهی، پژمرده خواهند شد.
۳. اگر کار نکنی، تو نمیتوانی موفق شوی.
۴. بحران اقتصادی وجود داد، احتمال دارد افراد زیادی بیکار بمانند.
۵. اگر جلسه زود تمام شود، من با دوستانم به سینما خواهم رفت.

3- Lêkerên di nav kevanekê de li gorî forma rast bikişînin.
افعال داخل پرانتز را براساس شکل صحیح صرف کنید.

Piştî du salan ez ê dest bi zanîngehê bikim (kirin). Ez nizanim ez ê di kîjan beşê de bixwînim (xwendin). Ez ji siyasetê hez dikim, dibe ku ez beşa zanista siyasetê bixwînim. Lê heke ez baş nexebitim (ne/xebitîn) ez nikarim wê beşê kar bikim. Heke ez wê kar nekim (ne/kirin) dibe ku ez beşa dîrokê hilbijêrim (hilbijartin). Heke ez beşa dîrokê bixwînim ez ê bibim (bûn) lêkolîner.
Bi rastî ez dudil im, dibe ku ez jî wekî bavê xwe bibim parêzer. Lê ji bo vê yekê jî divê ez xwe ji bo ezmûnê amade bikim.
بعد از دو سال من به دانشگاه خواهم رفت. من نمیدانم در چه رشته ای درس بخوانم. من به سیاست علاقه مند هستم، شاید من بخش دانش سیاسی را بخوانم. منتهی اگر من فعالیت نداشته باشم نمیتوانم این بخش را کار کنم (بخوانم). اگر آن را نخوانم امکان دارد بخش تاریخ را انتخاب کنم. اگر من بخش تاریخ را بخوانم محقق خواهم شد.
حقیقتا من دو دل هستم، احتمالا من هم مثل پدرم وکیل شوم، ولی برای این یکی هم باید خودم را برای آزمون آماده کنم.

Rûpela 39 📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#DEMA_BÊ_YA_NÊZÎK

Mînak:

• Serkan dike serê xwe bişo.
• Ez dikim mirîşkê ser jê bikim.
• Gulê dike gulan bide hev.
• Em dikin malê bimalin.

* Çawa ku ji mînakan jî diyar e, kar hema hema li ber kirinê ye, lê hêj nehatiye kirin.
Dema bê ya nêzîk ji bo karê ku dê di demeke nêz de bê kirin, tê bikaranîn. Ev dem bi alîkariya lêkera alîkar "kirin"ê û qertafa dema niha "di-"yê çêdibe. Lêkera "kirin"ê dikeve cihê qertafên "dê, ê, yê"yê yên ku ji bona dema bê tên bikaranîn. Di dema bê ya nêzîk de him lêkera alîkar û him jî lêkera bingehîn li gorî dem û kesan tên kişandin. Divê em "dema bê" û "dema bê ya nêzîk" tev li hev nekin. Ji bo ku baştir bê têgehiştin, em dikarin mînakeke wiha bidin. Em bibêjin bivir di destê we de ye û hûn ê daran hûr bikin, lê telefona we lêda û we bersiv da telefona xwe û ew kesê ku telefon ji we re vekiriye ji we dipirse: Tu çi dikî? Hûn dibêjin: "Ez dikim daran bibirim" Heke we ne wê gavê, lê rojeke din an demeke din dar bibiriya we dê bigota: "Ez ê daran bibirim"

Hin mînakên din:

• Befrîn dike wêneya min çêke. (lêker pêkhatî ye û qertafa "bi" ketiye)
• Ez dikim televîzonê temaşe bikim.
• Em dikin ji vir biçin.
• Ew dikin di golê de avjeniyê bikin.
• Mamoste dike waneyê vebêje. (lêkera pêkhatî ye û qertafa "bi" ketiye)
• Ew dike nameyekê binivîse.
• Hûn dikin malekê bikirin.

Neyîniya dema bê ya nêzîk:

* Neyîniya vê demê bi neyînîkirina lêkera bingehîn pêk tê. Lêkera bingehîn qertafa neyîniyê "- ne" yê digire. Lêkera alîkar "kirin" her wekî xwe dimîne.

Mînak:

• Ez dikim neçim.
• Hûn dikin ji min re nebêjin.
• Ew dike xwe veneşêre. (lêkara pêkhatiye û qertafa neyîniya "ne" yê ketiye navbera peyvê)
• Em dikin negerin.
• Bavê min dike kulîlkan av nede.
• Ew dikin malê paqij nekin.

#Luqman

@HINKER
40
41
🌾 Bi navê Xwedê🌾


В- Ez dikim /میکنم /میخواهم

Yara min bedew, nola van gulan Kîjan rewş daye, emrê dunyayê Gul gelek hene, çavreşa dilan
Ez dikim herim yar bi min re nayê

(Aram Tîgran)

Dîlan: Dem baş Hêlîn, ez dikim biçim mala Rojdayê tu jî nayêyî?
Hêlîn: Na, ez niha nikarim werim, em dikin malê paqij bikin. Heke karê min zû biqede, ez ê werim.
Dîlan: Baş e. Niha bi xatirê te
Hêlîn: Oxir be.

Dîlan: Roj baş Azad, tu dikî biçî ku derê?
Azad: Roj baş Dîlan, ez dikim herim konserê.
Dîlan: Konsera kê?
Azad: Konsera Dilşad Seîd e, tu jî nayêyî?
Dîlan: Na, ez dikim biçim mala Rojdayê.

Rojda: Dîlan ez dikim ji te re
kadeyan çêkim.
Dîlan: Ez alîkariya te bikim?
Rojda: Baş e, em bi hev re Çêkin.

دیلان: وقت‌بخیر هلین، من میخواهم بروم خانه روژدا تو نمی‌آیی؟
هِلین: نه من الان نمی‌توانم بیایم، ما می‌خواهیم خانه را تمیز کنیم. اگر کارم زود تمام شود، می‌آیم.
دیلان: باشه، فعلا خداحافظ
هِلین: به سلامت

دیلان: روز‌بخیر آزاد، می‌خواهی کجا بروی؟
آزاد: روز‌بخیر دیلان، می‌خواهم به کنسرت بروم.
دیلان: کنسرت چه کسی؟
آزاد: کنسرت دلشاد سعید است، تو نمی‌آیی؟
دیلان: نه من می‌خواهم به خانه روژدا بروم.

روژدا: دیلان من می‌خواهم برایت شیرینی درست کنم.
دیلان: کمکت کنم؟
روژدا: باشه، با هم دیگر درست کنیم.

1. Hevokên li jêr temam bikin.
۱. جمله های زیر را تمام کنید.

1- Dîlan dike biçe mala Rojdayê.
2- Helîn dike malê paqij bike.
3. Azad dike biçe konserê.
4- Rojda dike ji Dîlanê re kadeyan çêke.

۱. دیلان می‌خواهد به خانه روژدا برود.
۲. هِلین می‌خواهد خانه را تمیز کند.
۳. آزاد می‌خواهد به کنسرت برود.
۴. روژدا می‌خواهد برای دیلان شیرینی درست کند.

✔️Dema bê ya nêzîk
زمان آینده نزدیک

Kirde/Lêkera raweyî/lêker
(çûn)

Ez / dikim / biçim
Tu / dikî / biçî
Ew / dike / biçe
Em / dikin / biçin
Hûn / dikin / biçin
Ew / dikin / biçin

Rûpela 40 📙

@HINKER
Hîndarî: تمرین

1- Lêkerên di nav kevanekê de li gorî forma rast bikişînin.
۱. فعلهای داخل پارانتز را به درستی صرف کنید.

1. Ez dikim taştê bixwim (xwarin).
2. Ew dike derî veke (vekirin).
3- Em dikin li balafirê siwar bibin..(bûn).
4. Hûn dikin bi ku de biçin
(çûn)?
5- Tu dikî çi bikî (kirin)?
6- Bavê min dike kulîlkan av bide.(dan).
7. Hevala min dike min li bajêr bigerîne (gerandin).
8. Ez dikim hinek hevalan bibînim.(dîtin).


۱. میخواهم صبحانه بخورم.
۲. او می‌خواهد درب را باز کند.
۳. ما می‌خواهیم سوار هواپیما شویم.
۴. شما می‌خواهید کجا بروید؟
۵. می‌خواهی چیکار کنی؟
۶. پدرم می‌خواهد شکوفه ها را آب بدهد.
۷.دوستم می‌خواهد من را در شهر بگرداند.
۸. من می‌خواهم بعضی از دوستان را ببینم.


2. Hevokên li jêr temam bikin.
۲. جمله های زیر را تمام کنید.

1- Rojda li pêjgehê ye, ew dike nanî bikire.
2- Dîlan di nav nivînan de ye, ew dike rakeve.
3- Hêlîn li rawestgehê ye, ew dike siwarê taksiyê be.
4- Em li ber sînemaye ne, em dikin herin fîlmekê temaşe bikin.
5. Azad li ber dêrî ye, ew dike biçe hindir.

۱. روژدا در نانوایی هست، او می‌خواهد نان بخرد.
۲. دیلان در رختخواب هست، او می‌خواهد بخوابد.
۳. هِلین در ایستگاه است، او می‌خواهد سوار تاکسی شود.
۴. ما جلوی سینما هستیم، می‌خواهیم برویم یک فیلم تماشا کنیم.
۵. آزاد جلوی درب است، او می‌خواهد برود داخل.

3. Hevokên li jêr bixin forma dema bê ya nêzîk.
۳. جمله های زیر را به حالت زمان آینده نزدیک تبدیل کنید.
Mînak:

Ez rojnameyê dixwînim
Ez dikim rojnameyê bixwînim.
- من روزنامه می‌خوانم.
- من می‌خواهم روزنامه بخوانم.

1- Em ê civînekê li dar bixin.
- Em dikin civînekê li dar bixin.
2- Ew nameyekê dinivîse..
- Ew dike nameyekê binivîse.
3- Em li nûçeyan temaşe dikin.
- Em dikin li nûçeyan temaşe bikin.
4. Ez dixwazim kîloyek sêv bikirim.
- Ez dikim kîloyek sêv bikirim
5. Hûn çi dikin?
- Hûn dikin çi bikin?
6- Ew dixwazin qesrekê ava bikin.
- Ew dikin qesrekê ava bikin.


۱. ما یک جلسه برگزار می‌کنیم.
- ما می‌خواهیم یک جلسه برگزار کنیم.
۲. او یک نامه می‌نویسد
- او می‌خواهد یک نامه بنویسد
۳. ما اخبار را تماشا می‌کنیم
- ما می‌خواهیم اخبار را تماشا کنیم.
۴. من می‌خواهم یک کیلو سیب بخرم.
- من می‌خواهم یک کیلو سیب بخرم.
۵. چیکار می‌کنید؟
- شما می‌خواهید چیکار کنید؟
۶. آنها می‌خواهند یک قصر بسازند.
- آنها می‌خواهند یک قصر بسازند.

Hin lêkerên hevedudanî
برخی از افعال مرکب

ava kirin (ساختن) / ava bûn (آباد شدن) / zêde kirin (اضافه کردن)/ zêde bûn (اضافه شدن) / germ kirin (گرم کردن) / germ bûn (گرم شدن)/ dijwar kirin (سخت کردن) / dijwar bûn (سخت بودن) / kêm kirin (کم کردن)/ kêm bûn (کم بودن)

Rûpela 41📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_ÇAWANIYÊ

* Hevalnavên çawanîyê; Ev hevalnav çawanî, reng, rewş, teşe û jêçêbûna navdêran dîyar dikin û her tim piştî navdêran tên bikaranîn.

1. Çawanî

• Keresteyê baş
• Mirovê hêja
• Xwendekarê jîr

2. Rewş

• Jinika pîr
• Pola qirêj
• Keçika xweşik


3. Reng

• Pênûsa sor
• Mirîşka reş
• Pêlava gewr

4. Teşe

• Derîyê xwar
• Sobeya çargoş
• Pênûsa stûr

5. Jêçêbûn

• Derîyê darîn
• Xencera zêrîn
• Şala hevrîşim

☑️HIŞYARÎ

1⃣
Eger hevalnavên çawanîyê berî navdêran bên, dibin navdêrên lêkdayî.


RAVEKÊN HEVALNAVÊN ÇAVANÎYÊ

• gula sor • nivîsa xweş
• marê kor • mêrê xurt


NAVDÊRÊN LÊKDAYÎ

• sorgul • xweşnivîs
• kormar • xurtmêr

2⃣Hevalnavên çawaniyê yên ku bi alîkariya veqetandekan çêdibin:

• Pirtûka sitûr ya Xelîlî ye.
• Xoxên şîrîn yên Mehdiyeyê ne.
• Ev di avahiyên mezin de rûdinin.

3⃣Hevalnavên çawaniyê yên ku bi alîkariya lêkera "bûn" ê çêdibin:

🔸Xwarin sar e.
🔹Pênûs reş e.
🔸Porê Befrînê dirêj e.

4⃣Hevalnavên çawaniyê her gav piştî navdêran tên, carinan di axaftina rojane, biwêj, helbest û gotinên pêşiyan de dibe ku beriya navdêran jî bên.

🔸Xweş xeber e, lê min ne bawer e.
🔹Şîrîn zimanê ez qurbanê.
🔸Mamê te xweş mêr e.

5⃣Hevalnavên çawaniyê ji bilî qertafên payeyê çi/tu qertafan nagirin. Yanê neguherbar in û ji ber vê yekê jî qertafên tewangê nagirin. Dema ku hevalnavên çawaniyê qertafên din bigirin wê demê dibin navdêr.

🔸Sorê di dîlanê de fîstanê sor li xwe kiribû. (sor, bûye navdêr)

🔹Soro îro nehatiye dibistanê. (sor, bûye navdêr)
Koro li dibistanê ye. (kor, bûye navdêr)

* DI HEVALNAVÊN ÇAWANIYÊ DE PILEDARÎ:

a- PILEYA HEVRÛKIRINÊ: Di vir de çend tişt bi hev re tên hevrûkirin. Du tişt an dê mîna hev bin an jî yek ji wan dê bi taybetiyeke xwe ji ya din kêm an zêdetir be.

• Azad bi qasî Ehmed mezin e.
• Ew zarok mîna kulîlkekê xweşik e.
• Ew zebeş ji wî sortir e.
• Havîn ji biharê germtir e.

b- PILEYA BERZTIRÎN: Ev pile diyar dike ku tiştek ji hemûyan kêm an zêdetir e. Bi alîkariya peyva "herî" yan qertafa "tirîn"ê pêk tê.

🔸Dengê herî xweş yê vî hunermendî ye.
🔹Xweştirîn deng yê vî hunermendî ye.
🔸Ev bajarê herî asê ye.
🔹Asêtirîn bajar ev e.

#Luqman

@HINKER
42
43
Forwarded from HÎNKER
Kanaleke nû ji bo hezkirîyên ku dixwazin kurmancî û Soranî bi hev re hîn bibin.
کانالی جدید برای علاقه مندانی که می خواهند کرمانجی و سورانی را یکجا یاد بگیرند.


https://www.tg-me.com/joinchat-2XazKF4K4fw3OTc0
Unîte 3 فصل سوم Sipsrtek تکالیف

A. Xebata li ser peyvan
کار بر روی کلمات

1. Cihên vala bi peyvên li jêr dagirin.
جاهای خالی را با کلمات زیر پر کنید.

aborî: معیشت، اقتصادی
qeşa: یخ
merc: شرایط، شرط، وضعیت
parastin: محافظت کردن
qirêjî: آلودگی

1. Ji ber qirêjiya‌ avê, kes li vir nakeve avê.
2. Zivistanê hewa sar dibe, her der dibe berf û qeşa.
3. Li bajarên mezin mercên jiyanê dijwar in.
4. Ji ber pirsgirêkên aborî ciwan diçin bajarên mezin.
5. Hewirparêz ji bo parastina xwezayê têdikoşin.

۱.‌ به خاطر آلودگی آب، کسی اینجا در آب شنا نمیکند.
۲. زمستان هوا سرد می شود، همه جا برف و یخبندان می شود.
۳. در شهرهای بزرگ شرایط زندگی سخت است.
۴. به خاطر مشکلات اقتصادی جوانان به شهرهای بزرگ می روند.
۵. محیط بانان برای حفاظت از طبیعت تلاش می کنند.

2. Peyvên li jêr bigihînin wateyên wan.
کلمات زیر را به هم معانی آنها وصل کنید.

1. Pirsgirêk > arîşe, gelemşe
مشکل
2. Pêşeroj > siberoj, ayende
آینده
3. Pêşbînî > texmîn
پیش بینی
4. Raman > hizir, fikir
نظر، هدف، فکر
5. Bergirî > tedbîr
حفاظت کردن، تدبیر کردن، احتیاط کردن
6. Tengezarî > acizî
ناراحتی، بیزاری
7. Sersarî > xemsarî
سهل انگاری، بی توجهی
8. Rayedar > karbidest
مسئول، متصدی

3. Cihên vala bi lêkerên hevedudanî dagirin.
جاهای خالی را با افعال مرکب پر کنید.

zêde kirin: زیاد کردن
ava kirin: آباد کردن، بنا کردن
dijwar bûn: سخت بودن
germ bûn: گرم بودن

1. Bavê min li nav rezan xaniyekî ava dike.
2. Bi hatina biharê re hewa germ dibe.
3. Di zivistanê de jiyana li gundan dijwar dibe.
4. Me kêm kir, xwedê zêde kir.

۱- پدر من در میان تاکستان یک خانه می سازد.
۲- با آمدن بهار هوا گرم می شود.
۳- در زمستان زندگی روستاییان سخت می شود.
۴- ما کم کاری (سستی)کردیم، خدا زیاد کرد.

Rûpela 42📙

@HINKER
B. Bikaranîna zimên
کاربرد زبان

1. Her du beşên hevokan bigihînin hev.
هر دو قسمت جملات را به هم وصل کنید.

1. Heke karê te neqede, ez ê alîkariya te bikim.
2. Heke tu dereng nemînî, em ê bigihêjin civînê.
3. Heke hûn biçin pirtûkxaneyê, ez ê jî bi we re werim..
4. Heke ez karê xwe zû biqedînim, ez ê biçim ber deryayê..
5. Heke berf bibare, em ê berfemêrekî çêkin.

۱. اگر کار تو تمام نشود، من به تو کمک خواهم کرد.
۲. اگر تو درنگ نکنی، ما به جلسه خواهیم رسید.
۳. اگر شماها به کتابخانه بروید، من هم با شما خواهم آمد
۴. اگر من کارم را زود به اتمام برسانم، من به کنار دریا خواهم رفت.
۵. اگر برف ببارد، ما یک آدم برفی درست خواهیم کرد.

2. Hevokan li gorî wêneyan temam bikin.
با توجه به تصاویر جملات را کامل کنید.

1. Ew dikin bilîzin.
2. Rodî dike çayê vexwe.
3. Evîn dike cilan bikire.
4. Dilşa dike keça xwe şiyar bike.

۱. آنها قصد دارند بازی کنند.
۲. رودی قصد دارد چای بخورد.
۳. اوین قصد دارد لباس بخرد.
۴. دلشاد قصد دارد دخترش را بیدار کند.

Rûpela 43📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#DEMA_BORIYA_TÊDAYÎ
موضوع: زمان گذشته ساده (ماضی ساده)

* Nasîn: Dema ku bûyerek dest pê kiribe û dawî bûbe ev dem tê gotin.
تعریف: زمانی که اتفاقی شروع شده و به پایان رسیده باشد این زمان گفته میشود.

Forma dema boriya têdayî:
حالت زمان ماضی:
Kirde + rayeka dema borî + qertafa kesane.
فاعل + بن زمان گذشته + شناسه شخصی.

* Li gorî lêkerên gerguhêz
براساس افعال متعددی

▪️Dîtin فعل متعددی
▫️Dît بن ماضی

🔸Me hvalên xwe dîtin.
ما دوستانمان را دیدیم.

■Yekjimar مفرد

• Min dît. من دیدم
• Te dît. تو دیدی
• Wê/Wî dît. او دید

Pirjimar جمع

• Me dît. ما دیدیم
• We dît. شما دیدید
• Wan dît. آنها دیدند


☑️Hişiyarî: Lêkerên gerguhêz di dema boriya têdayî de li gorî biresera hevokê tên kişandin.
یاد آوری: افعال متعددی در زمان گذشته ساده براساس مفعول جمله صرف میشود.

Mînak:

• Min ew dît.
• Min tu dîtî.
• Min hûn dîtin.

Min=> kirde فاعل
ew => bireser مفعول
dît => lêker فعل

* Lêkerên negerguhêz jî li gorî kirdeya hevokê tên kişandin.
افعال لازم نیز براساس فاعل جمله صرف میشوند.

Mînak:

Ez çûm.
Tu çûyî.
Ew çû.
Em, hûn, ew çûn.

Ez, tu, ew, em, hûn, ew => kirde
Çûm, çûyî, çû, çûn... => lêker

* Li gorî lêkarên negerguêz
براساس افعال لازم
▪️Hatin فعل لازم
▫️ Hat بن ماضی

🔸Ez hatim zanîngehê.
من به دانشگاه آمدم.
🔹Em çûn mala mamê xwe.
ما به خونه عمویمان رفتیم.

Yekjimar مفرد

• Ez hatim. من آمدم
• Tu hatî. تو آمدی
• Ew hat. او آمد

Pirjimar جمع

• Em hatin. ما آمدیم
• Hûn hatin. شما آمدید
• Ew hatin. آنها آمدند

* Neyîniya dema boriya têdayî: Bi alîkariya qertafa "ne-" pêk tê.
حالت منفی زمان گذشته ساده: با کمک شناسه "-ne" ساخته میشود.

Mînak:

▪️Çûn فعل لازم
▫️Çû بن زمان گذشته

🔹Ez neçûm. من نرفتم
🔸Ez neçûm malê.
من نرفتم خانه.
▪️Dîtin فعل متعددی
▫️Dît بن زمان گذشته

🔹We nedît. شما ندیدید
🔸We îro Serhat nedît?
شما امروز سرهات را ندیدید؟

▪️Xwarin فعل متعددی
▫️Xwar بن فعل زمان گذشته

🔹Me nexwar. ما نخوردیم
🔸Me îro xwarin nexwar.
ما امروز غذا نخوردیم.


☑️نکته: شناسه منفی ساز (-ne) قبل از بن فعل می آید، در برخی افعال (مشتق و مرکب) بصورت میانوند استفاده میشود.

Mînak:

Pêkhatî: مشتق

🔸Veşratin venaşêrim
🔹Raketin ranakevim

Hevedudanî: مرکب

🔸Hez kirin hez nekirin
🔹Beşdar bûn beşdar nebûn


* در بعضی افعال بجای شناسه منفی ساز "-ne" شناسه "-ni" بکار می آید.

Mînak:

• Karîn توانستن
• Nikarim نمیتوانم

• Zanîn فهمیدن
• Nizanim نمیدونم

Hin mînakên din.

#Erênî

• Rûken çû sînemayê.
• Min karê xwe qedand.
• Ez li nava bajêr geriyam.
• Zîlanê çîrok gotin.

#Neyînî

• Rûken neçû sînemayê.
• Ez li nava bajêr negeriyam.
• Wê li nûçeyan temaşe nekir.
• Wan av venexwar.
• Ev pey me neketin.

#Luqman

@HINKER
44
45
A- Te duh çi kir?
تو دیروز چه‌ کار کردی؟

▪️Ez duh çûm pêşaneya wênesaz Fewzî Bîlge.
▫️Min duh li fîlmê "Ax" temaşe kir..
▪️Min duh hevalên xwe dîtin.
▫️Ez duh beşdarî civîna xwendekaran bûm.
▪️Ez duh di civînê de peyivîm.
▫️Min duh nameyek ji meta xwe re nivîsî.

من دیروز به نمایشگاه نقاش فَوزی بیلگه رفتم.
من دیروز فیلم «ax» را تماشا کردم
من دیروز دوستانم را دیدم.
من دیروز در جلسه دانشجویان شرکت کردم.
من دیروز در جلسه صحبت کردم.
من دیروز نامه ای برای عمه ام نوشتم.


Dema Boriya Têdeyî
(Li gorî lêkerên negerguhêz)
زمان گذشته ساده
(براساس افعال لازم)

Lêker + rayeka dema borî = kirde + pêveber
فعل + بن زمان گذشته + فاعل + گزاره
çûn + çû = Ez çûm
رفتن + رفت = من رفتم.
... + ... = Tu çûyî.
... + ... = Ew çû.
... + ... = Em çûn.
... + ... = Hûn çûn.
... + ... = Ew çûn.
تو رفتی.
او رفت.
ما رفتیم.
شما رفتید.
آنها رفتند.

Rûpela 44 📙

@HINKER
Dîlan: Rojda, te duh çi kir?
Rojda: Min duh li fîlmê "Ax" temaşe kir. Min gelekî ji wî fîlmî hez kir.
Dîlan: Bi rastî? Ez jî dixwazim li wî fîlmî temaşe bikim.
Rojda: Te duh çi kir?
Dîlan: Ez çûm Hêwana Sumerparkê. Ez li pêşaneya wênesaz Fewzî Bîlge geriyam.
Rojda: Kêfa te ji wêneyên wî re hat?
Dîlan: Belê, min ji wan hez kir. Ez bi wî re li ser wênesaziyê peyivîm. Min ji wî re qala wêneyên xwe kir.
Wî xwest wêneyên min bibîne. Ez ê sibê wêneyên xwe ji wî re bibim.
Rojda: Pir baş e.

دیلان: روژدا، تو دیروز چه کار کردی؟
روژدا: من دیروز فیلم «ax» را تماشا کردم. خیلی از آن فیلم خوشم آمد.
دیلان: راستی؟ من هم میخواهم آن فیلم را ببینم.
روژدا: تو دیروز چه کار کردی؟
دیلان: من به سرای سومرپارک رفتم. من در نمایشگاه فوزی بیلگه نقاش گشتم.
روژدا: از نقاشی هایش خوشت آمد؟
دیلان: بله، از آنها خوشم آمد. من با او در رابطه با نقاشی گفتگو کردم. من در مورد نقاشی هایم با او بحث کردم.
او خواست نقاشی هایم را ببیند. من فردا نقاشی‌هایم را برایش خواهم برد
روژدا: بسیار خوب است.

:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Hêlîn: Diyar, tu duh çima nehatî? Me rojeke pir xweş derbas kir.
Diyar: Ez bi bavê xwe re çûm gund, ji bo wê ez nehatim. We çi kir?
Hêlîn: Em berî nîvro çûn Şaredariya Baxlarê, me li gotûbêjê guhdarî kir.
Diyar: Gotûbêj çawa bû?
Hêlîn: Gelekî xweş bû. Beşdar li ser wêjeya nûjen a kurdî peyivîn.
Em piştre jî çûn sînemayê, me li fîlmê "Dol" temaşe kir. Ew jî gelekî serkeftî bû. Me piştre bi hev re şîv xwar û her kes çû mala xwe.
Diyar: Xweziya min bi dilê te.

هلِین: دیار، تو چرا دیروز نیامدی؟ ما روز بسیار خوبی را گذراندیم.
دیار: همراه پدرم به روستا رفتم. برای همون نیومدم، شما چه کار کردید؟
هِلین: قبل از ظهر رفتیم شهرداری باخلار، ما به گفتگو گوش دادیم.
دیار: گفتگو چطور بود؟
هِلین: بسیار خوب بود. حضار در رابطه با ادبیات نوین کوردی گفتگو کردند.
سپس هم به سینما رفتیم فیلم «دره» را تماشا کردیم. آن فیلم هم بسیار موفق بود. بعد از آن با هم شام خوردیم و هر کس به خانه اش رفت.
دیار: خوش به حال شما.

❇️Dema Borî ( li gorî lêkerên gerguhêz)
زمان گذشته (براساس افعال متعدی)

Lêker + Rayeka dema borî + kirde + bireser + pêveber
فعل + بن ماضی زمان گذشته = فاعل + مفعول + گزاره

Xwarin + xwar = Min sêv xwar/nexwar (yekjimar)
خوردن + خورد = من سیب را خوردم/نخوردم (مفرد)

... + ... = Te sêv xwar/nexwar
... + ... = Wî/wê sêv xwar/nexwar
... + ... = Me sêv xwar/nexwar (pirjimar)
... + ... = We sêv xwar/nexwar
... + ... = Wan sêv xwar/nexwar

تو سیب خوردی/نخوردی.
او سیب خورد/نخورد.
ما سیب خوردیم/نخوردیم.
شما سیب خوردید/نخوردید.
آنها سیب خوردند/نخوردند.

❇️1- Kê çi kir?

1. Rojdayê li fîlmê "Ax" temaşe kir.
2. Dîlan çû Hêwana Sumerparkê.
3. Dîlan bi Fewzî Bîlge re peyivî.
4. Diyar bi bavê xwe re çû gund.
5. Hêlîn li gotûbêjê guhdarî kir.

۱. روژدا فیلم "آخ" را تماشا کرد.
۲.‌ دیلان به سرای سومرپارک رفت.
۳. دیلان با فوزی بیلگه گفتگو کرد.
۴. دیار با پدرش به روستا رفت.
۵. هلین به گفتگو گوش کرد.

Rûpela 45 📙

@HINKER
#RÊZIMAN

💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_JIMARÎN

* Jimarnav dema tên ber navdêran, dibin hevalnavên jimarîn. Ji ber ku navdêran ji hêla jimarê ve bi me didin nasîn. Wekî mînak dema em dibêjin "Çar gundiyan nan xwar" hejmara çar teybetiyeke gundiyan ango hejmara wan bi me dide nasîn, lewre jî dibe hevalnav.

Hevalnavên jimarîn çar cure ne.

a. Hevalnavên jimarîn yên resen:
Jimarên resen berî navdêran tên û dibin hevalnav.


Mînak:

Pênc hevalên me hene.
Deh xwendekar di polê de ne.
Bîst pênûs li ser maseyê ne.
Heft rêyan bide ber xwe.

* Dema jimara "yek" ê tê bikaranîn bi piranî dibe
"-ek" û diçe paş navdêran:

• yek gul = gulek

• yek fincan = fincanek

• yek balîf = balîfek

• Gulek li ser maseyê ye.
• Mêvanek li hewşê ye.
• Pênûsek di çente de ye.

b. Hevalnavên jimarîn yên rêzîn: Ev hevalnav paşgirên "em, an, emîn" digirin.

Mînak:

• Di salnameya kurdî de heyva yekê (yekemîn) Adar e.
• Min gava pêncan (pêncemîn) avêt, ez gihîştim ber derî.
• Xanîyê duyemîn
• Xwendekara çarem
• Kolana şeşan

c. Hevalnavên jimarîn yên dabeşiyê: Ev hevalnav mêjera parvekirinê diyar dikin. Bi piranî bi dubarekirina hejmaran çêdibe; bi daçeka "bi" yê û gihaneka "û" yê jî çêdibe.

Mînak

• Rêzên çar bi çar
• Guliyên şeş bi şeş
• Darên heft û heft

❗️Hişiyarî
* Ev hejmarên ku hatine dubarekirin dema ku arasteyî lêkeran bibin, dibin hokar.

Mînak:

• Daran çar çar av bidin.
• Mirovan yek bi yek bînin.
• Pirtûkan yek bi yek bixwînin.

d. Hevalnavên kesrî: Ev cure hevalnav jî hejmarên kesrî diyar dikin.

• Befrînê nîv nan kirî.
• Min du nan û nîv anîn malê.
• Min ribik hîse kirî.
• Ji pêncan yekê xwarinê min
xwar.
• Çaryek nanî bixwe.

#Luqman

@HINKER
2024/06/25 07:02:38
Back to Top
HTML Embed Code: